PKKê pêşmergeyek revand

Hat ragihandin ku gerîlayên PKKê li navçeya Rewanduz a Hewlêrê Berdevekê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Elî Wisû revandine.

14 Çile 2017 - 17:31
14 Çile 2017 - 17:31
 0
PKKê pêşmergeyek revand

Fermandeyê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Arîf Yasîn ji Rûdawê re ragihand ku gerîlayên PKKê îro derdora seat 11.00ê li gundê Zargelî yê bi ser nahiya Werteyê ve gerîlayên PKKê li navçeya Rewanduz a Hewlêrê Berdevekê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Elî Wisû revandine.

Arîf Yasîn diyar kir ku ji bo berdana Elî Wisû ew bi PKKê re ketine peywendiyan û got: “PKK naxwazî wî serbest berde. Heger heta sibê wî serbest ne berdin em dê helwesta xwe nîşan bidin.”

Ev nûçe bi tevahî 1601 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:29:09