PSK- Bijî 1ê Gulanê: Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê

1ê Gulanê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşîna çîna karker e. Ew ji berxwedana karkeran li Chicagoyê di sala 1886an de ji bo şert û mercên xebatê yên mirovî derketiye holê û îro ji bo gelên cîhanê bûye roja ked û azadiyê.
1ê Gulanê ji bo karker û kedkarên Kurd jî xwedî wateyek taybetî ye. Ji ber ku Kurdistan bi polîtîkayên ku qadên pîşesazî û hilberînê pêş nexistine, cografîya Kurdistanê bi zanebûn Hatiye bi paş paş xistinê û bêkarî û xizanî zêde bûye.
Bêkarî, nemaze di nav ciwanan de, gihîştiye astên pir cidî. Bi hezaran ciwanên me neçar in ku koçber bibin û bê pêşeroj mane. Bêkarî û xizanî li Kurdistanê ne çarenûs e, lê encama polîtîkayên kolonyalîst e.
Têkoşîna karkerên Kurd jî têkoşîna azadî, edalet û mafên neteweyî ye.
Ji aliyekî din ve, di çarçoveya şerê ku DYA û Îsraîl li dijî Îranê dimeşînin de, her çend Kurd ne aliyek vê pevçûnê bin jî, rejîma Îranê ya paşverû Başûrê Kurdistanê û kampên ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn bombebaran dike.
Di van êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û ji hêzên Pêşmergeyan jî şehîd bûne. Em bi tundî van êrîşên rejîma Îranê yên li ser gelê Kurd şermezar dikin.
Bi vê boneyê, em Yekê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin; em banga xurtkirina têkoşîna hevpar li dijî bêkarî, xizanî, şer û zilmê dikin.
Bijî 1 Gulan!
Bijî yekîtiya karker û kedkaran û têkoşîna azadiyê!
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Nûvekirina herî dawî: 14:11:33












































































































































































