Pêşmergeyekî fermandar şehîd ket

Fermandarên Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî şehîd ket.

26 Cotmeh 2023 - 05:26
26 Cotmeh 2023 - 05:26
 0
Pêşmergeyekî fermandar şehîd ket

22yê ve mehê saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Fermandarên Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî jî di vî şerî de birîndar bûbû.

Salih Zirarî vê sibehê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd ket.

Çi bûbû?

PKKyê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Îraqê kirin.

Yekşama borî li ser van xalên kontrolê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer rû da.

Wezareta Pêşmergeyan dabû zanîn ku ev şer û pevçûnên li Mexmûre “xemnak” in û ji her du aliyan qurbanî hene.

Ev nûçe bi tevahî 1112 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:21:03