PWK, Li Amed, Mêrdîn, Batman, Wan û Stenbolê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Dike

13 Berfanbar 2025 - 10:55
13 Berfanbar 2025 - 10:55
 0
PWK, Li Amed, Mêrdîn, Batman, Wan û Stenbolê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Dike

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di roja 17.12.2025ê, li Teşkîlatên Amed, Mêrdîn, Batman û Wanê û li nûneratîya Stenbolê ya PWKyê dê bêne li dar xistin.

Bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê, dê seminer, çalakî bêne li dar xistin, daxuyanîya PWKyê dê bi raya giştî re bê parve kirin.

Emê berîya 17.12.2025ê teferûat û saetên pîrozbahîyan bi gelê xwe re parve bikin.

Em hemû gelê xwe vedixwînin van pîrozbahîyên Roja Alaya Kurdistanê.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:10:57