Tom Barrack: Sûriye naxwaze li dijî Îsraîlê şer bike

Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê ragihand ku, Amerîka û Sûriyeyê bi hev re û bi alîkariya hewalgiriya Tirkiyeyê di çend hefteyên borî de neh şaneyên Hizbulahê û gelek aliyên girêdayî DAIŞê pûç kirine.

12 Berfanbar 2025 - 09:58
12 Berfanbar 2025 - 09:58
 0
Tom Barrack: Sûriye naxwaze li dijî Îsraîlê şer bike

Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack doh (Pêncşem, 11.12.2025) ragihand ku, Sûriyeyê niyeta şerê li dijî Îsraîlê nîne û tenê li ser şerê li dijî DAIŞê, çekdarên biyanî û komên nêzîkî Îranê disekine.

Tom Barrack eşkere jî kir ku, Amerîka û Sûriyeyê bi hev re û bi alîkariya hewalgiriya Tirkiyeyê di çend hefteyên borî de neh şaneyên Hizbulahê û gelek aliyên girêdayî DAIŞê pûç kirine.

Navbirî ron jî kir: "Di danûstandinên Sûriye û Îsraîlê de pêşketin heye, lê bi baldarî tê meşandin. Sûriye niha ji bo Îsraîlê cihê herî ewle ye di warê ewlehiyê de û mîna Libnanê komên mîna Hizbulahê lê nînin."

Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê tekez jî kir: "Wekî lihevkirina xwe ya bi Misirê re ji bo nehêlana çekan li biyabana Sînayê, Îsraîl dixwaze lihevkirinekê ji bo deverên sînorî bi Sûriyeyê re jî bike, û ji bilî vê yekê Sûriyeyê tu rêyên din nînin. Ji bo Îsraîlê jî wesa ye, heke naxwaze li ser hemî sînorên wê şer berdewam be.”

 

Ev nûçe bi tevahî 86 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:31:11