HAK-PAR: 10 Gulanê roja dayîkan pîroz be

9 Gulan 2026 - 17:24
9 Gulan 2026 - 17:24
 0
HAK-PAR: 10 Gulanê roja dayîkan pîroz be

Tekoşîna bi îrade û bi sebra dayikên Kurd nehatiye dawîkirin, berdewam dike

Îro li Bakur, tevî ku qonaxên dawî yên şerê danışîqlî ku bi rê û rêbazên şaş ji gelê me re bûye sedema bedelên giran têne lîstin, divê were zanîn ku nikare rê li ber tekoşîna dayika Kurd a ku bedelên herî giran daye ji bo mafên xwe yên meşrû û azadiyê were girtin.

Wekî hezaran welatparêzan, em jî soz didin dayikên Kurd ku welatekî azad û di nav aştiyê de ava bikin.

Îro dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê avakirin, em bi haydarî li hemberê tuzakên dagirkeran û lîstikên nû yên ku ji bo nebexşandina mafên meşrû yên Kurdan tên saz kirin rawestin; bi sebra dayikan, em ê hişmendiya neteweyî zindî bihêlin, bi îlham ji fedakariya destanî ya dayikan, bi biryardarî li ser rêya azadiyê meş bikin û bê guman em ê serkevin.

10 Gulanê 'Roja Dayikan' pîroz be

 

Düzgün KAPLAN

Serokê Giştî yê HAK-PAR

 

 

Ev nûçe bi tevahî 57 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:54:42