PWK Salvegera xwe ya duyemîn pîroz dike: Banga me xurtkirina xeta neteweyî ye
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya duyemîn salvegera damezrandina xwe, daxuyaniyek berfireh belav kir û tê de hem têkoşîna xwe ya du salan nirxand, hem jî helwesta xwe ya li ser rojeva siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de, PWK bal kişand ser doza girtinê ya li dijî wê, nêrînên xwe yên li ser diyaloga Ocalan û dewletê, şertên aştiyeke rasteqîn û girîngiya yekîtiya neteweyî.
Ji Yekîtiyê heta Doza Girtinê: Du Salên Têkoşînê
PWK, di 10ê Îlona 2023yan de li Amedê, weke encama yekbûna Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) bi tevlêbûna kesayetiyên serbixwe, bi kongreyeke yekîtiyê hatibû damezrandin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê hat kirin, çawa partiya pêşeng PAK ji ber navê "Kurdistan" û armancên xwe yên siyasî di bin zextên dewletê de bû, PWK jî ji roja damezrandina xwe ve bi heman zextan re rû bi rû maye.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê, Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ji PWKê xwest ku navê "Kurdistan" û madeyên têkildar ji bernameya xwe derxîne. Lêbelê, piştî ku PWK ev daxwaz red kir û di parêznameya xwe ya bi Kurdî û Tirkî de mafên xwe parast, Dadgeha Destûra Bingehîn doza girtinê li partiyê vekir. Hat diyarkirin ku ev proseya darazê hîna jî berdewam dike.
Helwesta li hemberî Diyaloga Dewlet-Ocalan û Pêvajoya Çekdanînê
Di daxuyaniyê de bi berfirehî li ser "projeya Tirkiyeya Bêteror" a ku di navbera dewleta Tirk û Abdullah Ocalan de bi awayekî nediyar tê meşandin, hat rawestandin. PWK da zanîn ku ew çekdanîna PKKê di berjewendiya doza gelê Kurd de dibînin û ev yek dikare "rê li ber behaneyên Dewleta Tirk teng bike û qada xebatên siyasî, demokratîk û sivîl firehtir bike."
Lêbelê, partiyê hişyarî da ku divê ev yek nebe hincet ji bo tepisandina daxwazên neteweyî. PWK bi tundî nêzîkatiya Ocalan a ku pirsa Kurd ne weke pirsa neteweyek bindest û welatekî dagirkirî, lê di çarçoveya "Civaka Demokratîk" de pênase dike, red kir.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bi eşkere li dijî van nêrînên Abdullah Ocalan in. Weke her miletekî, mafê miletê Kurd jî heye ku çarenivîsa xwe bi xwe diyar bike. Ne kesek, ne jî partiyek nikare li ser navê miletê Kurd dev ji mafên bingehîn û rewa berde."
Şertên Aştiyeke Rasteqîn û Daxwazên Lezgîn
Li gorî PWK, ji bo aştiyeke birûmet û çareseriyeke mayînde, divê dewleta Tirk gavên berbiçav bavêje. PWK ev gav jî wiha rêz kirin:
1. Nasname û Ziman: Divê nasnameya neteweyî ya Kurd û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî di destûra bingehîn de bêne qebûlkirin û Kurdî li gel Tirkî bibe zimanê fermî.
2. Azadî: Divê azadiya raman û rêxistinbûnê bê misoger kirin û hemû girtiyên siyasî bêne azad kirin.
3. Aliyê Danûstandinê: Ji bo çareseriyê, divê hemû aliyên siyasî, demokratîk û sivîl ên Kurd weke muxatab bêne dîtin û çarenivîsa gelê Kurd li pişt deriyên girtî û bi hevdîtinên neşefaf neyê hiştin.
4. Divê dijminatiya Kurdan biqede: Divê Tirkiye dest ji siyaseta xwe ya dijminatiya Kurdan li perçeyên din ên Kurdistanê berde û rêzê li statuya siyasî ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bigire.
Banga Yekîtî û Hevkariya Neteweyî
Di dawiya daxuyaniyê de, PWK tekezî li ser girîngiya yekrêzî û tifaqên neteweyî kir. Hat destnîşankirin ku çarenivîsa her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û ji bo vê yekê pêwîstî bi koordînasyoneke neteweyî heye. Partiyê ragihand ku ew ji bo avakirina "partiyeke millî, demokratîk, girseyî û sîwanî" amade ne û di vî warî de çi berpirsiyarî bikeve ser milên wan, ew ê bi cih bînin.
PWK bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bangî hemû kadroyên welatparêz, azadîxwaz û kurdistanî dikin; werin em bi hev re xwedî li vê xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî derkevin. Hêvî û siberoja miletê Kurd di vê xetê de ye. Werin em bi hevdû re vê xeta neteweyî û kurdistanî xurtir, geştir û berfirehtir bikin."
Nûvekirina herî dawî: 13:40:29