Mustafa Ozçelîk: Jinên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û li dîasporayê yekrêzî û pêşeroja azad dihûnin

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got ku jinên Kurd bi kezîyên xwe li her çar perçeyên Kurdistanê û li dîasporayê yekrêzî, rûmet û hişmendiya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê dihûnin.

23 Çile 2026 - 15:03
23 Çile 2026 - 15:03
 0
Mustafa Ozçelîk: Jinên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û li dîasporayê yekrêzî û pêşeroja azad dihûnin

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk di daxuyaniyekê de bal kişand ser rola girîng a jinên Kurd di avakirina yekrêzî û pêşeroja neteweyî de.

Ozçelîk got ku jinên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û li dîasporayê bi kezîyên xwe sembola yekrêzî, rûmet û hişmendiya neteweyî û niştimanî bûne û di heman demê de tevnên pêşeroja azad ya Kurdistanê dihûnin.

Wî destnîşan kir ku jinên Kurd di dîrok û îro de jî di her şert û mercan de pêşeng bûne û rola wan di xurtkirina yekîtiya neteweyî de girîng e.

Serokê PWK’ê di dawiyê de got ku bê rol û fedakariya jinên Kurd pêşeroja azad a Kurdistanê nayê fikirandin û bang kir ku bi hev re yekrêzî û yekîtiya neteweyî were xurtkirin

 

 

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:06:19