QSD'ê baregehek leşkerî radestî Rûsyayê kir

Quwetên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku baregeha leşkeriya Mîng li Helebê radestî hêzên Rûsî kirine.

28 Cotmeh 2017 - 07:24
28 Cotmeh 2017 - 07:24
 0
QSD'ê baregehek leşkerî radestî Rûsyayê kir

Li gor nûçeya malpera RT a Rûsî hêzên kurd li rojavayê Kurdistanê bo xwe parastina ji êrîşên artêşa Tirkiyê, ji balefirgeha leşkerî ya Mîng û gund û warên bakûrê bajarê Helebê xwe vekêşane.

QSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike Rojavayê Kurdistanê ye, ew balefirgeh ji Sibata sala 2016ê ve azad kiribû.

Li gor malperên Rûsî belav dikin, naha ala Rûsî li balafirgeha Mîng hatiye bilind kirin û balefirgehên şer ên Rûsî lê bicîh bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1886 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:18:43