Qubad Talebanî û Hakan Fîdan civiyan, mijar pêvajo ye

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û birêvebirê pilebilind ê YNKyê Derbaz Kosret Resûl, li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyan.

4 Tîrmeh 2026 - 10:08
4 Tîrmeh 2026 - 10:08
 0
Qubad Talebanî û Hakan Fîdan civiyan, mijar pêvajo ye

Di civînê de, mijarên stratejîk ên wekî “pêvajoya çareseriyê û xebatên ji bo avakirina hikûmetê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê” hatin gotûbêjkirin.

Talebanî rojeva civînê eşkere kir

Qubad Talebanî hûrgiliyên civînê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandin.

Talebanî di parvekirina xwe de cih da van gotinan:

“Di civînê de, pêvajoya çareseriyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de û gavên ji bo derbaskirina astengiyên li ber avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:09:14