PWK'ê biryara li dijî Ramazan Şimşek şermezar kir

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser cezayê girtinê ya ku li dijî xwediyê Pîne Cafe'yê li Amedê, Ramazan Şimşek, hatiye dayîn, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya PWK'ê Wiha yê:
Xwediyê Pîne Cafeyê Ramazan Şîmşek, 2 sal berê, di roja 15ê Gulanê, ji bo li zimanê kurdî xwedî derkeve, biryar dabû ku li kafeya xwe bes bi zimanê kurdî xizmetê bide.
Ji ber vê biryara Ramazan Şîmşek, polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê wî desteser kirin. Mehkemeyê bi şerde 6 mehan hevsa malê, di derbarê Ramazan Şîmşek de bi tohmeta 'endamtîya rêxistinê' doz vekir.
Di vî du salê derbasbûyî de di her rûniştina dadgehê de, Ramazan Şîmşek hemû parastinên xwe bi kurdî kir.
Dadgeha 5an a Cezayê Giran a Amedê roja 02.07.2026ê, ne bi tohmeta ‘’endamtîya rêxistinê’’, bi tohmeta 'sempatîzanbûna rêxistinê' salek û sê meh cezayê girtîgehê da Ramazan Şîmşek.
Parêzerên Ramazan Şîmşek dê li dadgeha bilinde de îtîrazî vê biryarê bikin.
Ev cezaya ku li Ramazan Şîmşek hatîye birîn, tu eleqeya wê bi ‘’endamtî yan jî sempazantîya rêxistinê’’ tuneye. Ev biryara nişane û encama hîşmendîya bêtehamulî û dijayetîya zimanê kurdî ye.
Em di wê bawerîyê de ne ku Baroyên li Bakurê Kurdistanê bi awayekî xurt û amadekar dê li dijî vê biryarê parastina Ramazan Şîmşek û parastina zimanê kurdî bikin.
Em vê biryara dadgehê şermezar dikin. Em vê hişmendîya asîmîlasyonê, dijayetî û bêtehamulîya li dijî zimanê kurdî şermezar dikin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 17:30:58












































































































































































