Ragehandina Pentagonê li ser civîna her du şandên serbazî yên Îraq û Amerîkayê

Şandên Bilind ên Serbazî yên Îraq û Amerîkayê danûstandinan li ser bidawîanîn û guhertinên erkê Hevpeymanan li Îraqê dikin.

23 Tîrmeh 2024 - 07:37
23 Tîrmeh 2024 - 07:37
 0
Ragehandina Pentagonê li ser civîna her du şandên serbazî yên Îraq û Amerîkayê

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehandinek li ser civîna şanda serbazî ya Îraqê, ku nûnerê Pêşmergeyan jî di nav de ye, bi hêzên Amerîkayê re parve kir û amaje da, “Lijneya Bilind a Serbazî ya Îraq û Amerîkayê lidûçûn ji bo şiyanên DAIŞê kir.”

Di eynî demê de Lijneya Bilind a Serbazî ya Îraq û Amerîkayê danûstandin li ser şiyan û hêzên artêşa Îraqê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê li Îraq û deverê kirin.

Di wê ragehandina Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de hatiye, “Civîna berpirsên Amerîka û Îraqê li Pentagonê rengvedana pabendbûna her du welatan e ji bo mukomkirina peywendiyên tenahiyê yên dualî li ser bingeha karên Lijneya Bilind a Serbazî ya Îraq û Amerîkayê li çend mehên borî, herwesa wekî rêzgirtinekê ye ji bo bîranîna 10 saliya erkê serbazî yê Hevpeymanan li Îraqê.”

 

Ev nûçe bi tevahî 607 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:16:36