Îran: Ji êrişa PJAKê Tirkiye berpirsyar e

PJAKê duhî li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê êrişî leşkerên Îranê kiribû û di encama êrişê de 2 leşker hatibûn kuştin û 7 leşker jî birîndar bibûn. Îran ji êrişê Tirkiyeyê berpirsyar girt.

29 Gulan 2017 - 05:13
29 Gulan 2017 - 05:13
 0
Îran: Ji êrişa PJAKê Tirkiye berpirsyar e

Fermandarê Muhafizên Sînor ê Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Îranê General Qasim Rizayî ji bo kuştina 2 leşker birîndarbûna 7 leşkeran a êrişa PJAKê bertekên tund nişandan û ragihand ku ew ê bersivê bidin.

Qasim Rizayî di axaftina xwe de got: "Eseh em ê bersiveke tund bidin vê çalakiyê. Em ji vê bûyerê Tirkiyeyê berpirsyar dibînin. Em bi kanalên dîplomatîk jî vê mijarê dişopînin û ji bo vê gavên pêwist me avêtine."

Li gorî îdîayan şevê din li nêzî sînorê Colemêrgê yê Tirkiyeyê çekdarên PJAKê êrişî hêzên ewlehî yên Îranê kirin û di êrişê de du serbazên leşkerî hatin kuştin û 7 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 1563 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:52:34