Bîreke petrolê li Kerkûkê hat teqandin û şewat derket!

Îro serê sibê nêzîkî gundê Şîrnawî ya ser bi Dubiz ve bîra petrolê bi rêya bombeyeke çandî ve hate teqandin û agir pê ket.

29 Gulan 2017 - 05:17
29 Gulan 2017 - 05:17
 0
Bîreke petrolê li Kerkûkê hat teqandin û şewat derket!

Hat zanîn heta naha jî agirê bi bîra petrolê ketiye hîn nehatiye temirandin.

Heta niha ti aliyekî berpirsayetiya xwe di ber wê bûyerê de ranegehandiye û hêzên ewlehiya Kerkûkê jî bi fermî ew nûçe piştrast nekiriye.

Ev bûyer di demekê de ye, berê çendîn bîr û boriyên petrolê li kêlgehên petrola Kerkûkê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin.

Ev nûçe bi tevahî 1497 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:38:19