Rêber Ehmed: Herêma Kurdistaneke bihêz di berjewendiya neteweyî ya Amerîkayê de ye
Rêber Ehmed li Washingtonê di civîna Peymangeha Hudsonê de ragihand ku Herêma Kurdistanê hevparê Amerîkayê yê pêbawer e

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed tekez kir ku aramiya Îraqê bi bicihanîna federalîzmeke rasteqîn ve girêdayî ye.
Cîgirê Serokê Peymangeha Hudsonê Joel Scanlon di destpêka civînê de li ser rewşa herêmê got:
"Rojhilata Navîn ji her demê zêdetir di nav nezelaliyê de ye.
Ji nakokiya Amerîka û Îranê û rewşa hestyar a Sûriyeyê bigire heta pirsgirêka Tirkiye û PKKyê û pêvajoya pêkanîna hikûmetê ya li Bexda û Hewlêrê gelek alozî hene."
Scanlon amaje pê kir ku derfetên mezin jî hene, wekî girîngiya îdareya Trump a ji bo hevpariya aborî, têkçûna hinek komên nêzîkî Îranê û hatina teknolojiya hişê çêkirî ya ji bo herêmê.
Rêber Ehmed: DAIŞ nîşaneya pirsgirêkeke kûrtir e
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê spasiya piştgiriya Amerîkayê kir û anî ziman:
"Pêwendiya Hewlêr û Washingtonê li ser bingeha nirxên hevbeş ên wekî demokrasî, azadiya dînî û bihevrejiyanê hatiye avakirin."
Rêber Ehmed li ser şerê DAIŞê hişyarî da ku têkbirina cografî ya DAIŞê ji bo kuştina îdeolojiya wê ne bes e û got:
"DAIŞ nîşaneya pirsgirêkeke kûrtir e ku li herêmên mezhebî û cihên bêxizmet derdikeve.
Tecrubeya 10 salên borî nîşan da ku ji bo paşerojeke baştir hevkariya navneteweyî pêdivî ye."
Federalîzm û pirsgirêkên bi Bexdayê re
Rêber Ehmed eşkere qala pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand:
"Îraqeke bihêz pêdivî bi federalîzmeke rasteqîn û rêzgirtina li destûrê heye.
Federalîzm ji bo yekparçeyiya Îraqê ne gef e, ji bo aramiya mayînde rêya yekane ye."
Wezîrê Karên Navxwe rexne li hişmendiya navendî girt û got:
"Kontrola navendî ya li Îraqê xwedî dîrokeke tarî ye ku bûye sedema jenosîd û kîmyabaranê.
Pêdiviya me bi hişmendiyeke federal heye ku tê de dahat û desthilat bi awayekî dadperwerane werin dabeşkirin."
Destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezîrê Karên Navxwe bal kişand ser hewlên kabîneya nehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî ya ji bo baştirkirina jiyana welatiyan û ev xal rêz kirin:
- Dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî ji bo bi milyonan kesan.
- Çareserkirina pirsgirêka avê ku ji bo herêmê pirsgirêkeke mezin e.
- Avakirina toreke modern a rêyan.
- Dîjîtalkirina xizmetguzariyên hikûmetê ji bo zêdekirina zelaliyê.
Rêber Ehmed di dawiya axaftina xwe de peyamek şand Washingtonê û got:
"Herêma Kurdistaneke bihêz û di warê aborî de serbixwe, ne tenê ji bo herêmê, di heman demê de di berjewendiya neteweyî ya Amerîkayê de ye jî.
Em dê wekî hevpeymanekî dilsoz bimînin."
Nûvekirina herî dawî: 11:47:25





































































































































































