Reuters: Hakan Fîdan li Şamê bi serokê îstixbarata Sûriyê re hevdîtinek pêk anî

Reutersê ragihand ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan û Serokê Îstîxbarata Sûriyê Elî Memlûk li Şamê hevdîtinek pêk anîne.

16 Îlon 2022 - 04:00
16 Îlon 2022 - 04:00
 0
Reuters: Hakan Fîdan li Şamê bi serokê îstixbarata Sûriyê re hevdîtinek pêk anî

Hat ragihandin ku Serokê MITê Hakan Fîdan di hefteyên dawî de li Şamê bi hemtayê xwe yê Sûrî Elî Memlûk re gelek hevdîtin kirine.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan di hefteyên dawî de serdana Şamê kiriye û bi Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk re gelek hevdîtin kirine.

Di nûçeya Orhan Coşkun û Leyla Bassam a ku xwe dispêre çavkaniyên Tirkiyê û herêmî, hate gotin ku herî dawî her du rayedarên îstîxbaratî di ve hefteyê de li Şamê civiyane.

Ev nûçe bi tevahî 533 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:46:50