Rêveberiya Xweser: Êrişa li ser Qamişlo herêmê ber bi 'şerekî vekirî' ve dibe

Rêveberiya Xweser ragihand, armanckirina navenda bajarê Qamişlo ji aliyê Tirkiyeyê ve ku di encamê de 4 welatî birîndar bûn, berdewamiya siyasetên qirkirinê nîşan dide.

20 Tebax 2024 - 06:56
20 Tebax 2024 - 06:56
 0
Rêveberiya Xweser: Êrişa li ser Qamişlo herêmê ber bi 'şerekî vekirî' ve dibe

Rêveberiya Xweser derbarê armanckirina derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo de, daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Ev êriş bi armanca têkbirina aramiya herêmê û tolhildana ji ber têkçûna projeyên wê yên derxistina fîtne û tevliheviyê ye.”

Herwiha got: “Armanckirina derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo û birîndarkirina 4 sivîlan, tê wateya ku Tirkiye di siyasetên xwe yên qirkirinê, planên xwe yên têkbirina aramiya herêmê û rêgirtina li ber pêşketina qadên xizmetguzarî û tenduristî de, bi îsrar e.”

Rêveberiya Xweser amaje bi wê kir, ev êriş herêmê ber bi 'şerekî vekirî' ve dibe û ew li hember van êrişan bê deng namînin.

Herwiha bang li aliyên hiqûqî û mirovî, rêxistinên navneteweyî û hêzên hevkar ên têkoşîna li dijî terorê kir ku van tawanan ku hemû sînor û pîvanên navneteweyî derbas kirine, bidawî bikin.

Ev nûçe bi tevahî 837 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:00