Rêveberiya Xweser li Reqayê rûbirûyê hişkesaliyê dibe

Rêveberiya Xweser li parêzgeha Reqayê kar li ser rûbirûbûna hişkesalî û biyabanbûnê dike.

5 Tîrmeh 2022 - 04:23
5 Tîrmeh 2022 - 04:23
 0
Rêveberiya Xweser li Reqayê rûbirûyê hişkesaliyê dibe

Hevserokê Nivîsgeha Jîngehê li Rêveberiya Xweser a Reqayê, Mihemed Nûr Ibrahîm ragihandiye ku bi sedema şerê çend salan, jinavçûna rûberê keskahî rêjeyeke berbiçav e, ku 80% jê li nav bajêr bûye.

Hevserokê Nivîsgeha Jîngehê diyar kiriye, di dema van çend salên bihorî de wan li nav bajarê Reqayê dar çandine û park çê kirine, bi mebesta vegerandina rûberê keskahiyê û rêgirîkirinê li ber biyabanbûnê.

Mihemed Nûr Ibrahîm destnîşan kiriye ku li başûrê Reqayê jî kar li ser çandina daran tê kirin, ji bo heman mebestê.

Ev nûçe bi tevahî 805 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:05:49