Êrişên li Hewlêrê: Wezareta Karên Derve ya Îraqê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Îraqê, li ser êrişên şeva borî yên li Hewlêrê daxuyanî da.

16 Çile 2024 - 07:35
16 Çile 2024 - 07:35
 0
Êrişên li Hewlêrê: Wezareta Karên Derve ya Îraqê daxuyanî da

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê, di daxuyaniya xwe de ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrişên Îranê sivîlên bêguneh hatine kuştin.

Herwiha hat ragihandin ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo li ser van êrişan lêkolînan bike û agahiyan berhev bike lijneyek ava kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 820 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:30:22