Rohilat Efrîn: Hevgirtina her çar parçeyên Kurdistanê planên dijminan pûç kirin
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ragihand ku, êrîşên xedar û planên ku li ser destkeftiyên gelê Kurd tên kirin ji ber yekdengî û berxwedana gel li her çar parçeyên Kurdistanê hatin pûçkirin. Tekez jî kir ku, YPJ wekî hêzeka pêşeng a jinan, heta dawiyê pabendî parastina ax û destkeftiyên şoreşê ye û rêyê nade ku tu hêzeka dagirker îradeya gel bişkîne.
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn doh (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) di peyameka vîdyoyî de ragihand ku, ew êrîş û planên hovane yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine kirin ji ber berxwedana dîrokî û yekdengiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rûbirûyî astengiyên mezin bû û nekarî bigihîje armancên xwe.
Rohilat Efrîn di peyama xwe de silaveka germ ji gelê Başûrê Kurdistanê re şand û pesnê wê helwesta neteweyî da ya ku wan li hember êrîşan nîşan da. Amaje jî da ku, ew êrîş ne tenê kiryarên leşkerî bûn, belkî bizavek bû ji bo tunekirina destkeftî, çand, ziman û nasnameya gelê Kurd, lê bersiva gel û berxwedana şervanan îspat kir ku Kurdistan yek perçe ye û îradeya gel naşkê.
Fermandara YPJê tekez jî kir ku, berxwedana ku hatiye nîşandan, bi taybetî jî pêşengiya jinan, bû sedem ku dijmin negihîjin armancên xwe. Herwesa got: Îro, ji her demekê zêdetir, divê em li xwe xwedî derkevin û xwe biparêzin. Yekîtîya me hêza herî mezin e.
Fermandara navbirî soz jî da ku, ew dê wekî Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) têkoşîn û parastina ax û kerameta gelê xwe heta nefesa dawiyê biparêzin. Herwesa ragihand: Em tu carî teslîmbûn û dagirkeriyê qebûl nakin. Rêya me an serkeftin an jî serkeftin e. Wê peyama xwe bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" wekî sembolek ji bo berdewamiya şoreşa wan bi dawî kir.
Nûvekirina herî dawî: 12:53:19