Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê di êrişekê de hat kuştin

Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Sêgirkê Ahmet Gun di êrişekê de canê xwe ji dest.

11 Berfanbar 2023 - 16:33
11 Berfanbar 2023 - 16:33
 0
Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê di êrişekê de hat kuştin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihê hatine wergirtin, li gundê Talokanê yê bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê, Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun û zarokên wî rastî êrişî hatin.

Hat zanîn ku Ahmet Gun û zarokên xwe ji bo komkirina ezingan çûbûn gundê Talokanê.

Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kurê wî yê bi navê Abdurrahim jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Ahmet Gun ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Heta niha nehatiye zanîn ka ew êriş ji ber çi û ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1229 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:13:57