Salih Mislim: Ti ferqa Îranê û rejîma Sûriyê nîne

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim got, ku ji ber hevpeymaniya Îran, Qeter û Tirkiyê gelek ciwanên kurd hatine kuştin.

16 Hezîran 2017 - 03:28
16 Hezîran 2017 - 03:28
 0
Salih Mislim: Ti ferqa Îranê û rejîma Sûriyê nîne

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya fermî ya Erebistana Siûdiyê êrîş bire ser Îranê û ragihand, ku ti pêwendiyên wan ligel Îranê tine û ew jî weke rêjîma Sûriyê dijayetiya kurdan dike.

Mislim yekem car e di medyaya Erebistana Siûdiyê de bi berfirehî behsa siyaseta partiya xwe dike û eşkere dike, ku ji ber hevpeymaniya navbera Qeter, Îran û Tirkiyê, ew di nav axa xwe de ew rastî êrîşan hatine û bi hezaran keç û xortên kurd hatine şehîdkirin.

Herwiha hevserokê PYDê dide xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê gelek kesayetiyên eşîrên ereb di nava Rêveberiya Xweser de cî digrin û ev eşîr jî ji aliyê xizmatiyê ve nêzîkî Erebistana Siûdiyê ne û ew şanaziyê jî bi wan dikin

Ev nûçe bi tevahî 1651 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:08:27