Şam gef Kurdan da: Buhayê wî dizanin...

Cîgirê wezareta Karêndervey3i ya Suriye Faysal Mîkdat, derbarê hilbijartinên herêmî û Meclîsê de ku demsala payîzê de bête çêkirin nirxandin kir.

7 Tebax 2017 - 10:55
7 Tebax 2017 - 10:55
 0
Şam gef Kurdan da: Buhayê wî dizanin...

Miqdad di nirxandinên ku Reutersê û BBCyê re kiriye, tê da dibêje: "Hilbijartin dê wek henekekê bin. Dê destûr nedin ti axa Sûriyeyê bê parçekirin. Em bawerin ku welatiyên sûrî ên li Rojava rewşa li welêt nexin xetereyê hene. Kesên ku dixwazin welêt parçe bikin, berdêla wê gelekî baş dizanin."

Miqdad destnîşan kir ku Şam divê bi lezgînî herêmên di bin kontrola kurdan de ne, ji nû ve kontrol bike.

Meclîsa Damezrîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê biryar dabû ku di 22ê Îlonê de hilbijartina komînan, 3ê Mijdara 2017an hilbijartina şaredarî û 19ê Çileya 2018an de jî hilbjartinê herêman û Kongreya Demokratîk a Gelên Bakurê Sûriyeyê werin lidarxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1445 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:49:39