Şam: Serkirdeyê şaneyeke DAIŞê hat kuştin
Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku serkirdeyê şaneyeke DAIŞê hatiye kuştin û 8 endamên din jî hatine girtin ku guman tê kirin li pişt êrişa hefteya borî ya li ser karmendên ewlehiyê bin.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên ewlehiyê “şaneyeke terorîst a DAIŞê" girtine ku êrişî xalên kontrolê yên ewlehî û leşkerî yên li parêzgehên Îdlib û Helebê kirine.
DAIŞê berpirsyariya xwe ya ji êrişa roja yekşemê ragihandibû.
Rayedaran dabû zanîn ku ew êriş di dema dewriyeyê de ya li ser rêya Meirret Nûmanê ya li bakurê rojavayê parêzgeha Îdlibê bûye sedema kuştina 4 karmendên ewlehiyê yên Sûriyeyê.
"Serkirdeyê şaneyê hat kuştin"
Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di operasyonê de 8 endamên şaneyê hatine girtin û serkirdeyê şaneyê jî hatiye kuştin û wiha pê de çû:
"Di dema lêpirsînan de, girtî li xwe mikur hatin ku berpirsyariya pêkanîna 3 êrişên terorîstî digirin stûyê xwe, di nav de armancgirtina xaleke kontrola ewlehiyê li Meirret Nûmanê."
Her wiha hat gotin ku dest danîne ser gelek çek û kemberên bombekirî.
Êrişa li Tedmûrê
Êrişa roja yekşemê, rojekê piştî êrişa li ser dewriyeyeke hevbeş a Amerîka û Sûriyeyê ya li Tedmûra Sûriyeyê hatibû kirin ku 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrek hatibûn kuştin.
Her çi qasî rêxistinê berpirsyariya wê negirtibe stûyê xwe jî Washington û Şamê, DAIŞ bi pêkanîna wê êrişê tawanbar kiribû.
Desthilata nû ya Sûriyeyê, roja yekşemê li gel hêzên Koalîsyonê operasyoneke bi navê "Şaneyên Nivistî" li dijî DAIŞê dabû destpêkirin.
Koalîsyona bi serokatiya Amerîkayê jî carinan êrişî herêma Îdlibê dike û piraniya caran radigihîne ku berpirsên DAIŞê kirine armanc.
DAIŞê, demeke dirêj herêmeke berfireh a Sûriyeyê kontrol kiribû lê sala 2019an ji aliyê cografî ve hatibû têkbirin lê çekdarên wê hîn jî li wî welatî hene, bi taybetî li çoltera berfireh a Sûriyeyê çalak in.
Nûvekirina herî dawî: 14:39:46