Şanda DEM Partiyê îro bi Erdogan re dicive
– Şanda DEM Partiyê ya ku ji Mîthet Sancar û Perwîn Buldan pêk tê, îro li Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.

Li gorî agahiyan, endamên şanda DEM Partiyê, Mîthet Sancar û Perwîn Buldan îro 11ê Sibata 2026an, di demjimêr 14:00an de dê li Koşka Serokomariya Tirkiyê bi Erdogan re hevdîtinekê pêk bînin.
Heta niha derbarê naveroka civînê de ji aliyê her du aliyan ve ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Tê çaverêkirin ku di vê hevdîtina giring de geşedanên dawî yên siyasî û mijarên di rojevê de werin gotûbêjkirin.
Şanda ku wekî "Şanda Îmraliyê" tê naskirin, tê payîn ku piştî hevdîtinê derbarê hûrgiliyên civînê de daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Nûvekirina herî dawî: 12:25:36





































































































































































