Şanda ENKS ligel Bogdanov civiya

Şanda Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê – ENKS, li paytexta Rûsya Moskow ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov civiya.

18 Berfanbar 2018 - 14:07
18 Berfanbar 2018 - 14:07
 0
Şanda ENKS ligel Bogdanov civiya

Şanda ENKS liser vexwendina fermî ya Wezareta derve ya Rûsyayê seredana Moskow kiriye.

Rewşa rojavayê Kurdistanê, gefa Operasyona Tirkiye, Komîteya Destûrê û pirsên din ên girîng girêdayî rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di rojeva civîna ENKS û Wezareta Derve ya Rûsya de hatine gotûbûj kirin.

Şanda ENKS ji Berpirsê Komîteya Derve ya ENKS Kamîran Haco û Endamê Komîteya Derve ya ENKS Ibrahim Biro pêk tê.

Ev nûçe bi tevahî 920 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:58:41