Şandek ji opozîsyona Sûriyê serdana Rûsyayê dike

Endamekî di Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê ragehand ku, şandek ji Itîlafa Opozîsyonê di vê mehê de serdana Rûsyayê dike.

3 Adar 2017 - 04:09
3 Adar 2017 - 04:09
 0
Şandek ji opozîsyona Sûriyê serdana Rûsyayê dike

Endamên Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Ehmed Remedan ji ajansa Sputnîkê re ragehand ku, biryare di vê mehê de li ser daxwaza Rûsyayê , şandek ji Itîlafa Opozîsyonê derbarê kirîza Sûriyê û dîtina çereseriyekê serdana Rûsyayê bike.

Remedan da zanîn ku, berî niha jî şandên opozîsyonê serdana Rûsyayê kirine, aşkere kirk u, ew sand wê bi serokatiya Serokê Itîlafê û çend endamên din be.

Tê zanîn ku, di 23ê meha borî de cîvînên kongreya Cenêv-4 derbarê kirîza Sûriyê di navbera rejîma wî welatî û opozîsyona wê destpêkirbû.

Ev nûçe bi tevahî 1237 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:31:49