Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike
Parêzgariya Hewlêrê ragihand, sibe şandeke Herêma Kurdistanê serdana Komara Îslamî ya Îranê dike.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, sibe şandeke Herêma Kurdistanê ku ji hemû parêzgar, serperiştyarên îdareyên serbixwe û jûrên bazirganiyê pêk tê, serdana Komara Îslamî ya Îranê dikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev serdan ji bo bihêzkirin û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran e.
Hat eşkerekirin ku şanda Herêma Kurdistanê dê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Bazirganî û parêzgarên Urmiye, Kirmaşan û Sineyê, berjewendiyên aborî yên hevbeş û bihêzkirina liv û tevgerên bazirganiyê gotûbêj bikin.
Nûvekirina herî dawî: 11:21:32