Sedema hildana ala Rûsyayê li Efrînê diyar bû

Sedema bilindkirina ala Rûsyayê li bajarê Efrînê ku ji ser sînorê Tirkiyê jî xuya dikir diyar bû.

12 Gulan 2017 - 02:25
12 Gulan 2017 - 02:25
 0
Sedema hildana ala Rûsyayê li Efrînê diyar bû

Ala Rûsyayê ji bo parastina YPG û PYDê ku kontrola Efrînê dikin hatiye hildan.

11ê Gulanê li ser torên medyayê dîmenên hildana ala Rûsya û Sûriyê ligel hev li bajarê Efrînê hatibûn belavkirin ku ji sînorê Tirkiyê yên gundên bajarê Kilîsê ve jî xuya dikir.

Herwiha piştî wan dîmenan hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li ser sînorê Kilîs û Efrînê hatibûn zêdekirin.

Ev nûçe bi tevahî 1943 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:40:56