Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû
Li nav avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê teqînek çêbû.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan ragihand ku agir bi benzînxaneya nav avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê ketiye û tîmên agirkujî ji bo vemirandina wê dixebitin.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Silêmaniyê, Aram Elî, got ku agir li benzînxaneya nav avahiyê dest pê kiriye û tîmên taybet ji bo kontrolkirina rewşê li cihê bûyerê amade ne.
Alîkarê Parêzgarê Silêmaniyê, Şaho Osman, diyar kir ku agir dema valakirina benzînê ji tankerekê derketiye. Li gorî wî, di dema karê de sîgortayeke karebayê çêbûye û bûye sedema agir.
Wî herwiha got ku heta niha ti ziyanek canî nehatiye tomar kirin û hemû tîm dixebitin da ku agir bi tevahî were kontrolkirin.
Li dora demjimêr 18:30an dengê du teqînan li nav avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê hat bihîstin û dûxaneke giran li herêmê bilind bû.
Agirê şeva borî: 41 birîndar
Di şeva borî de jî li taxa Tanceroyê ya Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ketibû. Li gorî agahdariyan, di depoyê de zêdetirî 3 milyon lître benzîn û gaz hebû.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê ragihand ku di encama agirê şeva borî de 41 kes birîndar bûn, ku 6 ji wan karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan bûn.
Azad Ehmed, Alîkarê Birêvebirê Nexweşxaneya Şewatê ya Silêmaniyê, diyar kir ku 22 birîndar hatin nexweşxaneyê. Li gorî wî, hemû nexweş hatin dermankirin û paşê şandin malên xwe, ji bilî kesekî ku ji sedî 95ê laşê wî şewitiye.
Wî got ku ew birîndar hîn jî li nexweşxaneyê ye û tedawiya wî berdewam dike.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:32