Weqfa Îsmaîl Beşîkcî êrîşa li ser Mesrûr Barzanî şermezar kir
İsmail Beşikci, İbrahim Gürbüz û Celal Temel êrîşa bi balafirên bêmirov (İHA) li ser Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kirin. Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin ku ev êrîş îrade û destkeftiyên gelê Kurd dike armanc û tu êrîş û gef nikare gelê Kurd ji mafên xwe yên azadî û diyarkirina qedera xwe paşde bixe.
İsmail Beşikci, İbrahim Gürbüz û Celal Temel li ser êrîşa bi balafirên bêmirov (İHA) ya li dijî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek hevbeş weşandin.
Di daxuyaniyê de êrîş bi tundî û nefret hat şermezarkirin û ji Mesrûr Barzanî re daxwazên başbûnê hatin şandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş îrade û destkeftiyên gelê Kurd dike armanc û wekî nîşana “hişmendiya mêtingehkar” hate nirxandin.
“Tu gef û êrîş nikare têkoşîna gelê Kurd rawestîne”
Beşikci, Gürbüz û Temel di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku tu êrîş û gef nikare bibe sedem ku gelê Kurd ji mafê xwe yê azadî, aşitî û diyarkirina qedera xwe paşde gav biavêje.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku baweriya wan bi wê yekê heye ku gelê Kurd wê paşeroja xwe bi îradeya xwe ya azad diyar bike.
Her wiha hate gotin ku gelê Kurd dê di nav malbata neteweyên cîhanê de cihê xwe yê wekhev, azad û bi rûmet bistîne.
Di dawiyê de, wan ji Mesrûr Barzanî re daxwazên başbûnê şandin û piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê re careke din anîn ziman.
Daxuyaniya hevbeş bi navên İsmail Beşikci, İbrahim Gürbüz û Celal Temel hate îmzekirin.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:59