Sefîn Dizeyî: Herêma Kurdistanê dikare di warê enerjiya Ewropayê de bibe alîkar

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare di warê enerjiya Ewropayê de bibe alîkar.

20 Cotmeh 2025 - 12:09
20 Cotmeh 2025 - 12:09
 0
Sefîn Dizeyî: Herêma Kurdistanê dikare di warê enerjiya Ewropayê de bibe alîkar

Civîna çaremîn a Encumena Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê û Îraqê, li Luksembûrgê hat lidarxistin.

“Civîna me baş bû”

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî piştî civînê ji Rûdawê re got:

"Me wekî şandeya Herêma Kurdistanê behsa rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Di vê civînê de behsa civînên borî û destkeftiyên vê dawiyê hat kirin.

Bi awayekî giştî, civîna me baş bû û behsa tiştên baş hat kirin, bi taybetî ku niha Îraq ber bi çespandina demokrasiyê ve gavan diavêje û ber bi hilbijartinan ve diçe."

Li gorî gotina Sefîn Dizeyî, civîna vê carê berfireh bû û gelek endamên welatên Yekîtiya Ewropayê beşdarî bûn û şandeyên welatan gelek têbinî û nêrîn pêşkêş kirin û pêdeçûn li ser rêkeftina Yekîtiya Ewropayê û Îraqê hat kirin.

“Me behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir”

Sefîn Dizeyî bi bîr anî ku Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî beşdarî civînê bûye û biland:

"Birêz Wezîrê Karên Derve yê Îraqê di civînê de derbarê pêşketinên Îraqê û rewşa aborî, siyasî û civakî ya welat pêşkêş kurteyek kir, pişt re li ser wê gotûbêj hat kirin û pirs û bersiv hatin kirin.

Pişt re ji bo me jî wekî şandeya Herêma Kurdistanê derfetek çêbû û me behsa rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Di heman demê de me behsa hevkariyên xwe yên di bipêşxistina pêvajoya demokrasiyê ya li Îraqê kir, bi taybetî jî rewşa ewlehiyê, hatina koçberan, helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî koçberan û hewandina wan.

Nirxandina rewşa paşerojê ya herêmê û pêşhatên ku rû didin hatin gotûbêjkirin û nêrîna Îraqê li ser wê yekê hat bihîstin.

Pêvajoya demokrasiyê li Îraqê dest pê kiriye û pêwîst e giştgîr be jî.

Di heman demê de pêwîst e pêkhate rola xwe bilîzin û ayînên xwe bi azadî pêk bînin.

Her wiha mafên mirovan û mafên jinan jî hatin gotûbêjkirin ku sala 2012an Îraqê bi Ewropayê re ew rêkeftin îmze kiribû."

Sefîn Dizeyî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê dikare di warê enerjiyê de alîkar be û anî zimên:

"Belê Herêma Kurdistanê dikare alîkar be, niha petrola wê tê hinardekirin, beşek ji petrola Îraqê li bazarên cîhanê tê firotin.

Ji sedî 15ê petrola Îraqê tê hinardeyî Ewropayê tê kirin, dibe ku beşek jê petrola Herêma Kurdistanê be û her welatê ku bixwaze bikire, dikare bikire."

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:30:22