PWK-Ewropa kongra xwe ya duyem lı dar xıst

8 Hezîran 2026 - 11:27
8 Hezîran 2026 - 11:27
 0
PWK-Ewropa kongra xwe ya duyem lı dar xıst

PWK-Ewropayê kongreya xwe ya duyem di 6ê hezirana 2026an de li dar xist. Di kongreyê de ji welatên Ewropayê Almanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swîsre, Awistirya, Danimarka, Norweç, Finlandîya û Swêdê 43 nûner beşdar bûn.

Ji ber hinek sedêmên taybetî kongre li ser internetê pêk hat. Kongre bi rêzgirtina şehîd û pakrewanên Kurdistanê ji alîyê serokê PWK-Ewropayê rêzdar Baran Boskan ve hate vekirin û li ser pêşniyara Komîteya Rawêj ji bo dîwanê hevalên Nezîr Akat, Seval Mert û Sîrac Kirici hatin hilbijartin.

Serokê Giştî rêzdar Mustafa Ozçelîk, Cîgirê Serokê Giştî Vahîd Aba, endamên rêveberîya PWKê Yusuf Aydin û M. Alî Yilmaz jî weke mêvan beşdarî kongreyê bûn. Rêzdar Mustafa Ozçelîk axaftin û nirxandinek giştî li ser rewşa herêmê, Kurdistanê û PWKyê pêşkêşî kongreyê kir.

Kongre, bi axaftina rêzdar Baran Boskan, pêşkêşkirina rapora xebatê, rapora aborî û gotûbêjên li ser raporan berdewam kir. Komîteya Çavdêr ya PWK-Ewropayê jî rapora xwe ya li ser rapora aborî pêşkêş kir û pêşniyar kir ku komîteyên hene ji berpirsiyarîyê bêne azad kirin.

 Piştî nirxandinên li ser xebatên heta niha û awayê xebatên pêşerojê, organên PWK-Ewropayê hatin hilbijartin. Kongre bi hinek biryar û pêşniyarên nûneran û bi awakî serketî bi dawî hat.

 

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 55 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:13:47