Seidî Pîre: PDK û YNKê dê bicivin, lê dem nehatiye diyar kirin
Endamê rêveberiya YNKê aşkera kir, partiya wan dê li gel PDKê bicive, lê hîn dem nehatiya diyar kirin.

Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand, PDKê û YNKê vê dema borî de gelek caran kombûn pêkanîn, ‘’Dema pêş me de jî dê dîsa civîna herdu aliyan çêbe, lê ji bo civîna vê carê hîn dem û cîh nehatiye diyar kirin.’’
Herwaha got, civîn dê derbarê pirsên Iraqê û hin mijarên din de be, ku naha rojevê de ne. Herwaha pirsa helbijartina jî yek ji mijarên gotûbêjan e.
Seidî Pîre got: ‘’PDK û YNKê gelek qonaxên giran derbas kirine. Hêvî dikim hewla wê yekê bidin ku aliyên din jî li gel wan be û yekrêz bin. Ji ber yekrêzî dê Herêma Kurdistanê bihêz bike û dê garantiya wê yekê be jî ku hemû daxwazên Kurdan bicîhbên.’’
Nûvekirina herî dawî: 04:47:50