Şerê ku di navbera du malbatan de derket roketavêş hat şixûlandin

Li Kurdistan navçeya Çemçemal ku girêdayê bajarê Silêmanî ye şerê ku navbeyna du malbatan de derket, qirên3e da roketavêj hat bikaranîn.

21 Tebax 2017 - 05:10
21 Tebax 2017 - 05:10
 0
Şerê ku di navbera du malbatan de derket roketavêş hat şixûlandin

Bûyer rojek berê li taxa Asûde ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê pêk hat. Du malbatên Kurd di şerê li dijî hev de roketavêj bi kar anîn.

Qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan di axaftina xwe ya derbarê bûyerê de got: Dengê çekan hetanî seet 02.00an dihat bihîstin. Başe di bûyerê de ti kes nehatiye kuştin û birîndar nebûye."

Li gorî daxuyaniyê derheqê kesên ku tevlî bûyerê bûne biryara binçavkirinê hatiye deranîn.

Tê gotin ku hejmara şêniyên navçeya Çemçemal'ê zêdetirî 250 hezar kesî ye û li navçeyê gelek bûyerên bi vî rengî diqewimin.

Ev nûçe bi tevahî 1374 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:15:12