Şerê li Kobaniyê rawestiya

Şer û pevçûnên li Kobaniyê û derdora pira Qerekozakê rawestiyane.

11 Berfanbar 2024 - 07:40
11 Berfanbar 2024 - 07:40
 0
Şerê li Kobaniyê rawestiya

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê doh di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de şerekî giran derket.

Li gorî agahiyên berdest, şer û pevçûnên ku heta êvara doh, berdewam bûn, sibeha îro rawestiyan.

Her li gorî zanyariyan, ew rawestana şer û pevçûnan, piştî wê yekê bû ku bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest li Minbicê hat ragihandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku wê agirbestê herêma pira Qereqozaq û Bendava Tişrîn jî li xwe girtiye.

Bi vê yekê li Kobaniyê û derdora pira Qerekozakê rewş aram bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 401 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:04:17