Serkeftina ciwanekî Kurd di hilbijartinên Almanyayê de
San Colayê 22 salî di hilbijartinên xwecihî yên bajarê Wittenê yê Almanyayê de bi ser ket bû endamê meclîsa bajêr.

Ciwanê Kurd ê 22 salî San Cola, di hilbijartinên xwecihî yên li eyaleta Ren-Westfalyaya Bakur a Almanyayê de, li ser navê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li bajarê Wittenê serkeftineke berbiçav bi dest xist.
Cola, bi 370 dengên ku li herêma Innenstadt-Sudwestê wergirtin, mafê ketina meclîsa bajêr bi dest xist.
Encameke neçaverêkirî
San Cola ji ajansa Rûdawê re axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku ev encam hem ji bo wî û hem jî ji bo partiya wî surprîz bûye û got:
“Em li hemberî siyasetmedarên xwedî ezmûn li benda serkeftineke wiha nebûn. Hêviya serkeftinê hebû, lê min texmîn nedikir ku ew qas zû were.”
SPDyê li herêma ku Cola lê bû namzed, pênc sal berê li hemberî Partiya Keskan winda kiribû.
Tê gotin ku vî siyasetmedarê ciwan bi vê serkeftinê vegerandineke girîng ji Sosyal Demokratan re misoger kiriye.
Li hemberî reqîbên bi ezmûn
Yek ji reqîbên herî girîng ên San Cola, Lian Baumann a 52 salî bû ku zêdetirî 30 salan e bi siyasetê re mijûl e.
Tevî vê yekê SPDyê li Wittenê ji sedî 23yê dengan stand û bû partiya yekem.
Partiya Keskan bi ji sedî 21,96 bû duyem û Partiya Çep jî bi ji sedî 18,04 bû sêyem.
Pêşengiyên ji bo Wittenê
San Cola da zanîn ku ew dê ji bo Wittenê li ser sê tiştên sereke bixebite û wiha domand:
“Ez dê li ser sê mijaran bixebitim, ez dixwazim bazara herêmî bihêz bikim. Mixabin, wekî mînak pirtûkxaneyeke kevn a li bajarê me hat girtin.”
Wî her wiha diyar kir ku rewşa dibistanên bajêr gelekî xirab e û got ku ew dixwaze girîngiyê bide dibistan û baxçeyên zarokan.
Cola bi taybetî da zanîn ku ew dixwaze pêwendiyên bajarên destebira bi bajarên Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe û got ku ew têkiliyên xwe bi Silêmanî, Hewlêr û bajarên Rojavayê Kurdistanê re didomîne.
Pêşketina siyasetmedarekî ciwan
Witten ku nifûsa wî nêzîkî 100 hezarî ye, dikeve başûrêrojava yê Dusseldorfê.
San Cola li zanîngeheke taybet perwerdeya aborî, siyaset û hiqûqê dibîne û di heman demê de Serokê Ciwanên SPDyê yê Wittenê ye.
Nûvekirina herî dawî: 13:26:28