Serok Barzanî serexweşiyê li malbata Serhed Xelîfe Yûnis dike
Serok Barzanî peyameka serexweşiyê arasteyî malbata kesatiyê civakî yê diyar ê Kurdistanê û Serokê Eşîreta Roxzayî Serhed Xelîfe Yûnis dike.

Duh (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Serok Barzanî di peyameka serexweşiyê de ragehandiye, “Bi xemeka mezin ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê civakî yê diyar ê Kurdistanê û Serokê Eşîreta Roxzayî kek Serhed Xelîfe Yûnis gehişt min”.
Serok Barzanî nivîsiye, “Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û xwe hevxemê wan dizanim”.
Peyama serexweşiyê ya Serok Barzanî ji bo malbata Serhed Xelîfe Yûnis
Bi navê Xudayê mezin û dilovan
Bi xemeka mezin ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê civakî yê diyar ê Kurdistanê û Serokê Eşîreta Roxzayî kek Serhed Xelîfe Yûnis gehişt min.
Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û xwe hevxemê wan dizanim.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku dilovaniyê bi canê Xudêjêrazî kek Serhed bi bibe û bi behişta xwe ya berîn şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
25ê Berçileya 2023ê
Nûvekirina herî dawî: 18:13:30