Serok Barzanî bi Mihemed Helbûsî re civiya

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî li Pîrmamê qebûl kir.

31 Tîrmeh 2026 - 10:25
31 Tîrmeh 2026 - 10:25
 0
Serok Barzanî bi Mihemed Helbûsî re civiya

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan tekezî li hevahengiya aliyên siyasî yên Îraqê kiriye.

Mihemed Helbûsî Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê ye.

Baregeha Barzanî diyar kir ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhat û guherînên dawî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Her wiha her du alî li ser pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de axivîn.

Ji bo derbaskirina astengiyan û çareserkirina pirsgirêkan, tekezî li ser hevahengî û pêwendiya aliyên siyasî yên Îraqê hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 77 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:38