Serok Barzanî: Êşa nanbirînê ne kêmtirî ya Enfal û kîmyabaranê ye
Serok Mesûd Barzanî bal kişand li ser birîna budceyê ya ji aliyê Bexdayê ve û got, “Êşa nanbirîna gelê Kurdistanê ji ya Enfal û kîmyabaranê kêmtir nebû.”

Serok Mesûd Barzanî doh li Hewlêrê li gel hinek mamostayên zanîngehê, nivîskar, rojnameger, wêjevan, hunermend û werzişvanên Kurdistanê civiya.
"Çanda navendî hîn jî serwer e"
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser qonaxa piştî sala 2003yan û destnîşan kir ku tevî niyetpakî û hewlên ji bo avakirina Êraqeke nû, zihniyeta serwer a li Bexdayê nehatiye guhertin.
Serok Barzanî got, “Piştî 2003yan, em bi îradeyeke bihêz û niyetpakî gelekî pak çûn Bexdayê da ku Îraqeke nû were avakirin û heta em gihîştin destûra 2005an.
Eger ew destûr bihata bicihkirin, dê gelek pirsgirêk çênebûna.”
Serok Barzanî rexneyên xwe wiha domandin, “Mixabin tiştê me dîtî, hîn jî çanda hikûmeta navendî li ser hizra li Bexdayê serwer e. Em ji destûrê kêmtir tiştekî qebûl nakin."
Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku hilbijartinên parlamentoya Îraqê bibin wesîle ku Îraq bikeve ser rêya rast.”
Wî derbarê destkeftên Herêma Kurdistanê de jî bi tundî got:
"Ji bo destkeftên Herêmê kesî minet li me nekiriye û kes jî nikare minetê li ser me bike.
Ev berhemê xwîna şehîdan e, berhemê hêsrên dayikên şehîdan e, berhemê keda vî miletî ye."
Banga li rewşenbîran: Şerê çanda bêhêvîtiyê bikin
Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de roleke girîng da rewşenbîr, nivîskar û hunermendan û ji wan xwest ku li hemberî hewlên têkdana baweriya civakê bisekinin û got:
“Çawa ku Pêşmerge terorîstên DAIŞê têk şikandin, divê hûn jî bi pênûs û hizrên xwe şerê wê çanda biyanî bikin ku hewl dide li Kurdistanê belav bibe, da ku takekesê Kurd baweriya xwe bi xwe neyne û hezkirin û girêdana ciwanan bi welatê xwe re nemîne.
Divê em hemû li hemberî vê pilanê bisekinin."
Pêkanîna hikûmetê û banga kampanyayeke aram
Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de li ser mijarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî sekinî.
Wî derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Kurdistanê jî got ku divê encamên hilbijartinan esas werin girtin û her aliyek li gorî mafê xwe yê hilbijartinê di hikûmetê de cih bigire.
Wî hêviya xwe anî ziman ku berî hilbijartinên Îraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin û bang kir ku kampanyaya hilbijartinan bi awayekî aram û dûrî tundiyê bê kirin.
Nûvekirina herî dawî: 14:28:42