Serok Barzanî gehişt Ûrdinê

Serok Mesûd Brazanî bi yawerî ya şandekê gehişte Emman a Paytext a Ûrdinê.

5 Avrêl 2019 - 12:08
5 Avrêl 2019 - 12:08
 0
Serok Barzanî gehişt Ûrdinê

Serdan a serok Barzanî li banghêşt a fermî ya şah Ebdûllah şah ê Ûrdinê û pişikdarîyê dê bike di korrbend a cîhanî ya taybet bi Rojhilat a Navîn û bakûr ê Eferîakyê.

Serok û şand a pêre ji alîyê şazade Feysel Bin Hûsên hatin pêşwazîkirin.

Ew korrbend 17mîn korrbend a abûrîye li ser ast a deverê û dûyem korrbende li ser ast a Ûrdinê û zêdetir ji hezar serkirde û kesatî û xwedî pêgeh ên abûrî li ser ast a cîhanî pişikdarîyê di evê korrbendê de dikin.

Serok Barzanî bo car a dûyêye pişikdarîyê di vê korrbendîyê de dike û car a berê jî li sal a 2017yê bû ku li derya ya mirî ew korrbend hatibû birêvebirin.

Ev nûçe bi tevahî 1146 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:50:07