Serok Barzanî li ser êrişên Efrînê: Em gelekî nîgeran in

Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê belav kir.

22 Çile 2018 - 07:13
22 Çile 2018 - 07:13
 0
Serok Barzanî li ser êrişên Efrînê: Em gelekî nîgeran in

Serok Barzanî di peyama xwe de nîgeraniya xwe li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê aniye ziman û daxwaz kiriye, ew êriş bên sekinandin û arîşe û alozî bi diyalogê bên çareserkirin.

Naveroka peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Em bi êriş û bordûmkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çend hêzên din ve û candan û qurbanîbûna xelkê sivîl yên wî bajarî gelekî nîgeran in.

Em hêvîdar in di zûtirin wext de ew êriş bên sekinandin û canê welatiyan were parastin û êdî ji vê zêdetir berfireh nebe û encamên xirab li dû xwe nehîne. Li gorî ezmûnên herêmê, şer û alozî tenê kirîz û kêşeyan kûrtir dike, ji ber wê jî baştirîn çare ew e ku bi rêbazên aştiyane kirîz û kêşe bên çareserkirin.”

Ev nûçe bi tevahî 1585 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:23:14