Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê kir û pê re danûstandin li ser rewşa siyasî, têkiliyên di navbera Hewler û Enqereyê de, hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê û rewşa deverê bi giştî kirin.

21 Cotmeh 2025 - 17:52
21 Cotmeh 2025 - 17:52
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê kir

Baregayê Barzanî ragihand ku, Serok Barzanî îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Inan kir.

Baregayê Barzanî amaje jî da: “Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topçu jî di wê hevdîtinên de amade bû, û danûstandin li ser rewşa siyasî ya Iraq û deverê bi giştî, hilbijartinên bên ên Encûmena Nûnerên Iraqê û têkiliyên di navbera partiyên siyasî yên Iraqê de hatin kirin.”

Baregayê Barzanî ron jî kir ku, her du aliyan danûstandin li ser pêngavên dawiyê yên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêvajoya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê jî kirin.

Herwesa têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re jî hin mijarên din ên vê hevdîtinê bûn. Herdu aliyan berdewamî û pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de di hemî waran de tekez kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 24 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:03:30