Mesrûr Barzanî: Divê em kesên dikarin mafên Kurd û Iraqiyan biparêzin bişînin Bexdayê
Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Zaxoyê, ahenga kampanyaya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê tê lidarxistin.

Cîgirê PDKê Mesrûr Barzanî di nav ahenga kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê de li Zaxoyê got: "Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo me pir girîng in ji ber ku pêştir hin kesan ku nûnerîtiya Herêma Kurdistanê Encûmena Nûnerên Iraqê dikir wekî pêdivî mafên giştî û mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê neparastin. Vê carê divê em wan kesan bişînin Encpemna Nûnerên Iraqê yên ku dikarin mafên hemî gelê Kurdistanê û Iraqê biparêzin."
Mesrûr Barzanî herwesa got: “Her cihê ku PDK lê nebe, plan li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin. Lê her cihê ku PDK lê be, dijmin qet nekarîne li beranberî gelê PDKê bisekinin. Hebûna PDKê li Bexdayê pir girîng e.”
Nûvekirina herî dawî: 20:52:33