Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê dike

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê û dawî pêşhatên siyasî yên wî welatî dike.

15 Hezîran 2024 - 07:05
15 Hezîran 2024 - 07:05
 0
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê dike

Serok Mesûd Barzanî duh (În, 14.06.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê bi serokatiya Sikirtêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Dr. Selah Derwêş kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê û dawî pêşhatên siyasî yên Sûriyeyê û peywendiyên navbera aliyan li hev guhertin.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hevahengî û hevkariya navbera aliyên resen ên Kurdî yên Sûriyeyê tekez kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 951 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:29