Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê dike
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa Herêma Kurdistanê û piroseya siyasî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê dike.

Serok Barzanî duh êvarê (Yekşem, 31.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir.
Baregayê Barzanî belav kiriye, “Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Herêma Kurdistanê û piroseya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û astengên di rêya wê piroseyê de û pirsên niha li hev guhertin”.
Nûvekirina herî dawî: 17:06:38