Îsraîlê bi mûşekan derdora Şamê kire armanc

Îsraîlê êrîşî ser çend cihên li derdora Şamê kir û li gorî medyaya Sûriyeyê jî, di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûne.

1 Avrêl 2024 - 06:49
1 Avrêl 2024 - 06:49
 0
Îsraîlê bi mûşekan derdora Şamê kire armanc

Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê şeva borî demjimêr 21:30, ji aliyê Golanê ve bi mûşekan êrîşî çend xalên li derdora Şamê kir.

Li gorî wê jêderî, di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûne û hin ziyanên madî derketine.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 4 mûşekên Îsraîlê li “Navenda Lêkolînên Zanistî” ya li herêma Cemraya ya li derdora Şamê ketin û di encamê de agir bi cihê êrîşê ket.

Li gorî zanyariyên ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 29 caran xaka Sûriyê kiriye armanc û 58 xal û komgeha çekan û baregehên leşkerî wêran kirine.

Herwiha di encama wan êrîşan de, 115 leşkerên Sûrî û çekdarên milîsên ser bi Pasdarên Îranê ve hatine kuştin û 47 kes jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 761 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:27:57