Serok Barzanî: Serkeftina hilbijartinan, serkeftina gelê Kurdistanê ye

Serok Mesûd Barzanî derbarê encamên proseya hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û alîgirên PDKê û tevahiya hêz û aliyên siyasî kir.

21 Cotmeh 2024 - 07:32
21 Cotmeh 2024 - 07:32
 0
Serok Barzanî: Serkeftina hilbijartinan, serkeftina gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Şikur bo Xwedê mezin, proseya hilbijartina gera şeşem a parlamentoya Kurdistanê bi serkeftî bidawî hat û gelkê Kurdistanê karîn di keşeke azad de dengên xwe bikar bînin.”

Herwiha dibêje, “Bi awayekî piştrast ve serkeftina vê proseyê, serkeftina gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhate û aliyên siyasî ve. Bi vê boneyê ez spasî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê, cemawer, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistan û herwaha tevahiya aliyên siyasî dikim.”

Serok Barzanî got jî: “Ez di vir de bi pêwîst dizanim ku destxweşî li Komisyona hilbijartinên Iraqê û Kurdistan û hemû aliyên pêywendîdar  û hêzên ewlekariyê bikim, ku bihev re alikar bûn bo ku proseya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê bi serkeftî bê encamdan. Hêvîdar im ku ev hilbijartin û encam hêviyeke nû û qonaxeke nû ava bike ku di berjewendiyên hemû xelkê Kurdistanê de be.”

 

Ev nûçe bi tevahî 510 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:33:11