Serok Barzanî serxweşî li qurbanên bûyera hatûçûya Hewlêrê kir

Serok Barzanî serxweşî li qurbanên bûyera hatûçûyê ya li Hewlêrê kir û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest.

15 Cotmeh 2022 - 03:27
15 Cotmeh 2022 - 03:27
 0
Serok Barzanî serxweşî li qurbanên bûyera hatûçûya Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî serxweşî li qurbanên bûyera hatûçûyê ya li Hewlêrê kir û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest.

Li gor Baregayê Barzanî daxuyaniya Serok Barzanî waha ye:

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata qurbaniyên rûdana Hewlêrê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve berî spêdehiya îro înê li encama rûdaneke diltezîn ya hatin û çûnê li yek ji kolanên Hewlêrê pênç kes bûne qurbanî ku çar ji wan zarok bûn û dû kesên din jî birîndar bûn.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û xizm û kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê qurbaniyan bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bide.

‎Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

Ev nûçe bi tevahî 620 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:55:22