Serok Barzanî û Balyozê Rûsyayê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Baregaha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Hezîrana 2026an, pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

22 Hezîran 2026 - 15:44
22 Hezîran 2026 - 15:44
 0
Serok Barzanî û Balyozê Rûsyayê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maksim Rubin jî amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin. 

Balyozê Rûsyayê li Iraqê helwest û xwegirtina serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê derbarê şer û rageşiyên vê dawiyê yên navçeyê bilind nirxand.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê, peywendiyên navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta nû ya federal a Iraqê û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê hatin nirxandin. Herwiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:30:55